Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

N.Y. Çavêdêrn Xwe li Sûrîyê Vekişand


Neteweyên Yekbûyî çavdêrên xwe li Sûrîyê vekişand, piştî erkê wan jibo çavdêrîkirina agirbestê bi dawî hat.

Hejmareka çavêdêrn N.Y. roja Duşemê li Şamê ber bi Lubnanê çûn. Biryar e desteya dawî ya çavdêran di vê heftiyê de li Sûrîyê nemînin.

Erkê çavdêran roja Yekşemê bi dawî hat û Civata Tenahî ya N.Y. razî bû ku bitenê ofîsekê vekirî li Şamê bihêle.

Çavdêr bo Sûrîyê hatine şandin li çarçova plana nûnerê berê yê navneteweyî Kofî Annan. Annan di vê mehê de dest ji posta xwe berda û diplomatê Cezayîrî Lexdar Îbrahîmî cihê wî girt.
XS
SM
MD
LG