Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Daxwaza Lêkolîneke Serbixwe li ser Komkujîya Sûrîyê Dike


Berpirsa Mafên Mirovan ya NY Navi Pillay
Berpirsa Mafên Mirovan ya NY Navi Pillay

Berpirsa Mafên Mirovan ya NY daxwaza lêkolîneke serbixwe dike ji komkujîya hefetay borî li bajarokê Hûlê,Sûrîyê, li dema ku çalakvanan roja Înê ragihandin ku bi kêmanî 12 kuştinên nû pêk hatin.

Axaftinên Navi Pillay di daxuyanîyek de hatin pêşkêşkirin jibo Civata Mafên Mirovan ya NY, ku roja Înê civîneke awarte li Jinêvê lidar dixe jibo giftûgokirina komkujîya 25'ê Gulanê ku bi kêmanî 108 têde hatin kuştin, nîvê wan zarok bûn.

Pillay got, ev bûyer dike bigihê asta tawanên dijî mirovahîyê. Wê bang li hikûmeta Sûrîyê kir ku rê bibe jibo lêkolîneke durist ya van binpêkirinan.

Ji layek din ve wezîra derveya Amerîka Hillary Clinton got ew bizava NY bi xelkê Sûrîyê radigehîne ku cîhan li gel ve ye û pêgîrbûna ve jî bîr nake.

Hejî gotinê ye ku kuştinkarîya li Hûlê çêbûy bû egera tûrebûnek berfireh ku hinek dîplomatên ple bilind daxwaza hevalbendîyek navnetewyî kirin ku Serokê Sûrîyê Beşar el Esed ji desthilatê laden.

Civata NY bernivîsekê jibo şermezarkirina komkujîyê gengeşe dike ku ji alîyê Amerîka, Tirkîyê û Qeter hatiye pêşkêş kirin.

Hemdem, çalakvanên opozisyonê roja Înê gotin, komkujîyeke din li dijî sivîlan pêk hatiye. Sîpan Hesen ji Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan gote Dengê Amerîka çekdarên nenaskirî roja Pêncşemê 12 karker li bajarê Qisêr li Humsê kuştin.

XS
SM
MD
LG