Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku fermanên Îsraîlê yên ser derketina ji Gazayê sivîlan neçar dike ku berê xwe bidin herêmên zêde şenîbar yên seranser Perava Gaza.
NY dîyar dike ku bangên Îsraîlê yên ser derketina ji Deyr el-Belah û Xan Yûnis bandorê pirtir ji 150,000 kesan dike.
Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric roja Çarşemê ji rojnamevanan re got ku Îsraîlê meha Tebaxê 11 car fermana derketinê derxistiye ku 250,000 kes ketina bandora wan biryaran.
Li gor texmînên NY’ê ji şerê ku di Cotmeha 2023’yan de destpê kirîye, 90 ji sedê 2,1 mîlyon rûniştvanên li Gaza, herî kêm carekê neçar bûne ku ji warên xwe derkevin.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu roja Çarşemê dîyar kir ku Îsraîl pêgir e ku tunekirina Hamasê jî di nav de, bigihêje hemî armancên xwe.
Hamasê jî careke din ragihand ku jibo pêkanîna agirbestekê divê Îsraîl ji Gaza bi tevahî vekişe.
Jêder: Reuters