Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên li Sûrîyê Didomin bi Dehan Kes Kuşti Hene


Xwenîşandêrên Sûrî yên li Kafranbelê bang li Rûsyayê dikin ku xebatên Civata Ewlehîyê asteng neke.
Xwenîşandêrên Sûrî yên li Kafranbelê bang li Rûsyayê dikin ku xebatên Civata Ewlehîyê asteng neke.

Tundûtûjîya li Sûrîyê vê Înê jî berdewam kir û di nav du rojên dawî de pirtir ji 50 kesan hatine kuştin.

Di bûyerên îro de bêtirî 20 kesan di êrîşên li seranser welêt de hatine kuştin ku 6 ji wan hêzên ewlekarîyê yên li bajarê Idlib'ê ne.

Bizavkarê Sûrî Ramî Abdulrahîm ji Dengê Amerîkayê re got, 6 hêzên ewlekarîyê di encama bombeyeke otomobîlî de, li xaleke kontrolê hatine kuştin.

Tê ragihandin, hêzên hikûmetê li bajarê Himus'ê ya navenda xwepêşandanan, êrîşên nû pêk anîne.

Bi alîyê din ve, Artêşa Azad ya Sûrîyê vîdyoyek belav kir ku tê de 7 Îranîyên ku li Himus'ê hatine girtin, xwane dibin. Artêşa Azad ya Sûrîyê dibêje, 5 ji wan kesên Îranî karbidestên leşkerî ne ku bi hêzên esmanî yên Sûrî re dixebitin.

Artêşê her wiha got ku ewê 2 kesên sîvîl yên Îranî di demeke kin de azad bikin.

XS
SM
MD
LG