Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyoz Waltz: Hevalbendên Me Dikarin Pişta Xwe bi Amerîka û Trump Girê Bidin

Balyoz Mike Waltz, nûnerê Amerîka li NY.
Balyoz Mike Waltz, nûnerê Amerîka li NY.

Balyozê Amerîka li Netewên Yekbûyî derbarê civîna awarte ya Civata Ewlekaîyê ya Navnetewî ser êrîşên dijî rejîma Îranê peyvek pêşkeş kir û got, "Ev kêliyek dîrokîye ye ku zelaliya exlaqî dixwaze."

Balyoz Mike Waltz, di Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser zelalîya exlaqî ya çalakîya biryardar a serok Trump li Îranê, axivî.

Waltz da zanîn ku hevalbendên Amerîka dê nehên paşguhxistin û ewê ji alîyê Amerîka ve parastî bin û got "Divê ew kesên ku bi me re ne bizanin ku ewlehîya wan parastîye û ne ciyê danûstnadine ye," Wî herwiha got ewlehîya hevalbendên me ne merceke lê ew misogerî ye."

Balyoz Waltz got, "Xala sereke ev e: Hevalbend û hevkarên me dikarin pişta xwe bi Amerîkayê û Serok Trump girê bidin."

Ev gotinên wî di dema civîna awarte ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê de hatin, ku li ser daxwaza Behrêyn û Fransayê hatibû lidarxistin.

Sekrterê Giştî yê NY Antonio Guterres di civînê de gotarek pêşkeş kir û ji Civata 15 endaman re ragihand ku ew êrîşên Îranê yên ser welatên Kendavê şermizar dike û daxwaz vegera ser maseya danûstandinan kir.

Berî Serokê Amerîka Donald Trump kuştina Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xamineyî piştrast bike, Guterres got, "Ew ne di rewşekê de ye ku raporên Îsraîlê yên li ser mirina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî piştrast bike."

XS
SM
MD
LG