Wezareta Derve ya Azerbaijanê îro Înê vexwendname şand Neteweyên Yekbûyî ku di rojên were de serdana herêma Karabaxê bike, di vê demê de ku Ermenîyên Karabaxê bi awayê girseyî ji herêmê direvin.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ku Stephane Dujarric piştrast kir ku mîsyoneke wan ya di bin pêşengîya karbidestekî payebilind de wê hefteyê here Karabaxê.
Dujarric bi bîr xist ku di 30 salên borî de cara yekê ye ku NY tîmeke xwe dişîne Karabaxê.
"Şandeya me wê rewşa li erdê bibîne û jibo mirovên ku li herêmê mayî û ji wê derê derketî, hewcedarîyên mirovahî dîyar bike.”
Dujarric got ku fokusa xebata wan wê karê mirovahî be û ew bang li hemî alîyan dikin ku rêzê li qanûnên navnetewî bigirin.
Hevdem, Ermenistanê jî ji Dadgeha Cîhanê (navê wê yê fermî Dadgeha Dadmendî ya Cîhanê/ International Court of Justice e) daxwaz kir ku ferman bide Azerbayacanê ku hemî hêzên xwe ji herêmên sîvîlan li Karabaxê derxîne û destûr bide NY têkeve herêmê.
Dadgeha Dadmendî ya Cîhanê di meha Şubatê de ferman derxistibû ku divê Azerbaycan li Korîdora Laçînê çûn, hatina azad ya mirovan misoger bike.
Di pevçûnên rojên borî de li Qarabaxê pirtir ji 30 kes hatibûn kuştin û piştre agirbest hatibû ragihandin.
Tevî ku piranîya şênîya Qarabaxê Eremenî ne, ew herêm beşeke Azerbaycanê ye û civaka navnetewî jî wê herêmê wek beşeke Azerbaycanê dibîne.