Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Rêbazên Îsraîlê yên Şerkerî li Kenara Rojava Rexne Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku ew ser karanîna artêşa Îsraîlê ya hêzê, di operasyona vê hefteyê li Kenara Rojava, xwedî fîkarên cîdi ne jiber ku rêbazên jibo pevçûnên têne xebitandin.

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê dest bi êrîşekê li herama Cenîn kiribû, piştî ku agirbesta li Gazayê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de roja Yekşemê ket jîyanê.

Berdevikê ofîsa mafên mirovan ya NY Temîn El-Xîtan di preskonferanseke de li Cenevrê got ku "Em ji karanîna hêza kujer ya neqanûnî li Cenînê, li Kerta Rojava ya dagirkirî, gelekî bi fîkar in."

"Operasyonên kujer yên Îsraîlê di rojên dawî de, di derbarê karanîna hêzê ya nehewce yan nehevseng de, di nav de rêbazên ku jibo şer hatine pêşxistin fikarên cidî zêde dikin; ku qanûn, norm û pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan yên ku jibo operasyonên hêzên ewlekarîyê hatine pênase kirin, binpe dikin," El-Xîtan got.

Operasyona artêşa Îsraîlê li kempa penaberan ya Cenînê di roja xwe ya çaran de didome û bi sedan kes neçar mane ku malên xwe biterikînin.

El-Xîtanî dîyar kir ku di nav rêbazên artêşa Îsraîlê " gelek êrîşên asmanî û gulebaranên bi eşkereyî bêserûber li ser niştecîhên bê çek yên ku hewl didin birevin yan stergahan bibînin hene," ku dijî hiqûqa navneteweyî ne.

Wî ragihand ku ofîsa mafên mirovan ya NY piştrast kirîye ku ji roja Sêşemê ve herî kêm 12 Filîstînî ji alîyê hêzên Îsraîlî ve hatine kuştin û 40 jî birîndar bûne, û got ku piranîya wan bê çek bûn.

El-Xîtanî herwiha bal kişand ku piştî ragihandina agirbesta Gazayê, Îsraîlî yên li Kenara Rojava bicîhbûne "êrîşê gundên Filîstînîyan dikin û wesayîtên wan didin ber keviran" û mal û otomobîl dişewitînin.

Berpirsê Mafên Mirovan yê NY Nolker Turk jî bang li Îsraîl kir ku li gor pîvanên mafên mirovan yên derbazdar in, qebûl bike û bicîh bîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku armanca operasyona bi navê "Dîwarê Hesinî" li herêmê "jinavbirina terorê" ye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG