Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Sûrîyê di Hefteyekê de 280,000 Kes ji Warên Xwe Derketine


Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku jiber gurbûna girjîya li Sûrîyê di nav hefteyekê de bi qasî 280,000 kes ji warên xwe derketine.

Serokê Rewşa Awarte ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê Samer AbdelJaber li Cenevrê da zanîn ku ew hejmar dikare bigihîje 1,5 milyonî.

AbdelJaber dîyar kir ku hejmara kesên ji Lubnanê revîne ne di nav vê hejmarê de ye.

Serhildayên Sûrî yên bi pêşengîya Heyet Tahrîr El-Şam hefteya borî Helb û dora wê xistibûn bin kontrola xwe.

Wan serhildayan do Pêncşemê ragihand ku ew ketine Hamayê.

Artêşa Sûrî dîyar kir ku yekîneyên li Hamayê li derveyî bajêr jinûve hatine bi cîh kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG