Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Dê Yekem Car Wek Sekreterê Giştî yê NY Serdana Şamê Bike

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres amadekarîyê dike ku cara yekem wek sekreterê giştî serdana paytexta Sûrîyê Şamê bike.

Di civîna vê mehê ya Civata Ewlekarîyê ya NY de hat eşkere kirin ku Guterres dê di dawîya vê hefteyê de biçe Sûrîyê û ligel serokê wî welatî Ehmed El Şeri' bicive.

Rêvebira Beşê Bersivdana Krîzan a NY ji bo Ofîsa Hevrêzîya Karûbarên Mirovî (OCHA) Edem Wosornu diyar kir ku li Sûrîyê "gaveke nû ber bi guhertinê ve" tê dîtin.

Lê belê, Wosornu herwiha anî ziman ku krîza li Sûrîyê hîn bidawî nebûye û daxwaz kir ku ji bo Sûrîyê alîkarîyên mirovî yên "berdewam û diyar" werin şandin.

Wê eşkere kir ku ev alîkarî dê destkeftên heyî biparêzin û ji bo bingeha nûavakirina welêt werin bikaranîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG