Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Şandina Koçberan Brîtanya Rexne Dike


Du karbidestên payabilind yên Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kirin ku ger Brîtanya koçberan bişîne Ruanda ewê zararê bide berevanîya mafên mirovan.

Komîserê Bilind yê Penabaran yê NY’ê Filippo Grand û Komîserê Mafên Mirovan yê NY’ê Volker Turk bi daxuyanîyeke hevbeş bang li Brîtanya kirin ku jinûve ser plana xwe bifikire.

Her du komîseran gotin ku Brîtanya li şûna ku koçberan bişîne dikare ser koçberên qaçax û penaberan tedbîrên pratîk bistîne.

Grandi dîyar kir ku plana nû Peymana Penaberan binpê dike û nîşan dide ku Brîtanya gaveke din ji edetên xwe yên ser hewcedarîyên jibo koçberan dûr dikeve.

Turk, ku berê jî plan rexne kiribû, got ku ew plan pêşî li ber hiqûqê digire û jibo cîhanê jî dibe mînakeke metirsîdar.

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak do Duşemê piştî ku civata jorîn ya parlamanê jî plan pejirand, dîyar kir ku ewê heta 10-12 hefteyan koçberan bişînin Ruanda.

Îtalya jî jiber bi hezaran koçberên bi rêkên deryayê tên plan dike ku li Albania kampên koçberan ava bike ku dewletên din jî hazirî dikin ku tedbîrên tund ragihînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG