Neteweyên Yekbûyî (NY) ser êrîşên Rûsya yên dijî benderghên Ukrayna yên li Deryaya Reş hişyarî da.
Berpirsa Karên Sîyasî yên NY’ê Rosemary DiCarlo li Civata Ewlekarî dîyar kir ku ew êrîş ser ewlekarîyê xwarinê gefan çêdikin.
DiCarlo got ku ew êrîş bi taybetî li wan dewletan bikin hîn nû pêşve diçin.
Wê li Civata Ewlekarî ya bi 15 endam got ku armanckirina gemîyên sîvîl yên li Deryaya Reş bi ti awayî nayê qebûl kirin.
Karbidesta NY’ê dîyar kir ku divê her du alîyên şer dûrî şerê li Deryaya Reş bisekinin û got ku ewê encamên şerê li wê deryayê jibo hemî hêlan giran bin.
NY'ê piştî Moskow ji peymana dexlûdan vekişîbû dîyar kiribû ser derxistina dexlûdanên Rûsya û Ukrayna hin fikrên din çêbûne.
Peymana Dexlûdan ya Derya Reş piştî şerê Rûsya û Ukrayna, par di meha Tîrmehê de bi navbeynkarîya Tirkîye û NY’ê hatibû îmza kirin.
Rûsya û Ukrayna li cîhanê du navendên girîng yên dexlûdan in û bi wê peymanê dihat armanc kirin ku rê li ber krîza xwarinê ya cîhanî were girtin.
Jêder: AFP