Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jibo Ukrayna 4.2 Mîlyar Dolar Alîkarîya Mirovahî Dixwaze


Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê daxwaza 4.2 mîlyar dolar alîkarîyên mirovahî jibo Ukraynayê kir.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, ajansa mirovî ya NY û ajansa penaberan ya NY tekezî li ser êrîşên esmanî yên vê dawîyê yên Rûsya kirin û gotin ku tundûtûjî bandora wêranker ya şerê li ser sivîlan nîşan dide.

Daxuyanîyê di heman demê de bal kişand ser şert û mercên dijwar yên zivistanê yên ku dihêle pêwîstîya gihandina alîkarîyên mirovî bêtir lezgîn be.

Ji dema dagirkirina berfireh ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di Sibata 2022'an de, zêdetirî 5.9 mîlyon Ukraynî revîyane welatên din yên Ewrupî.

Li gor NY, Almanya û Polonya herî zêde ji mêvandarîya penaberên Ukraynî kirine, ku li her yek ji wan mîlyonekî Ukraynî hene.

Dîsa, nêzî 400,000 li Komara Çek û zêdetirî 100,000 li Moldova, Slovakya, Îrlanda, Îtalya, Hollanda, Spanya û Brîtanyayê dijîn.

NY dibêje ku welatên mêvandar bi comerdî penaberên Ukraynayê wergirtine lê pêdivîya wan bi piştgirîya zêdetir ji civaka navdewletî heye.

XS
SM
MD
LG