Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Daxwaza Vekolîna Îdiayên Binpêkirinên di Şerê Îsraîl û Hamasê de Dike


Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk îro Pencşemê got ku divê ser îdiayên binpêkirina qanûnên navnetewî di şerê Îsraîl û Hamasê de lêpirsîneke serbixwe heye.

"Gelek Îdiayên pir cidî yên binpêkirinên pir alî û berfireh yên hiqûqa mirovahî ya navneteweyî hene. Loma kî bike bila bike, lêpirsînek xurt, ya bi berpirsîya tam dixwaze," Turk di civîna derbarê rewşa herî dawî ya şerê Îsraîl û Hamasê de ji endamên NY re got.

Turk herwiha hişyar kir ku rewşa li Kenara Rojava ya di bin dagirkerîya Îsraîlê de jî niha giheştîye asteke pir xeter ya xembar û li ber peqînê ye.

"Ez ji zêdebûna tundî û cudakarîya berbiçav ya dijî Filîstînîyan li Kenara Rojava ya dagirkirî, Orşelîma Rojhilat jî di nav de, pir bi fikar im."

Berpirsê NY dîyar kir ku bo çereserîyê li herêmên Filistînê divê dagirkerîya Îsraîlê bi dawî bibe û divê welat û gel mafê hebûna Îsraîlê nas bikin.

“Divê dagirkerîya Îsraîlê bi dawî bibe. Girîng e ku mafên Filîstînîyan ya dîyarkirina çarenivîsa xwe û hebe. Û girîng e ku em qebûl bikin ku mafê hebûna Îsraîlê heye,” wî got.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG