Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Hûsîyan Dike ku Êrîşên Dijî Keştîyan Rawestînin


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Tevgara Hûsîyan ya Yemenê kir ku êrîşên xwe yên ser keştîyan li Derya Sor û Kendava Adenê demûdest rawestînin.

Welatên Civata Ewlekarîyê dîyar kirin ku êrîşên Hûsîyan neqanûnî ne û hevdem ser aramîya heremî, azadîya keştîvanîyê û peydakirina xwarinên cîhanî gefê çêdikin.

Di civîna yekê ya fermî ya 2024’an de, endamên civatê herwiha ji Hûsîyan daxwaz kirin ku keştîya Galaxy Leader ya barhilgir û xebatkarên wê werin berdan.

Keştîya Galaxy Leader ya Japonî, ji alîyê kompanîyeke Îsraîlî ve dihat xebitandin. Milîtanên Hûsîyan di 19’ê Mijdarê de dest danîbûn ser Galaxy Leader û xebatkarên wê.

Di civînê nûnerê Amerîka li NY Chris Lu, dîyar kir ku li gor bawerîya Wahington rewşa jiber êrîşên Hûsîyan gihêştîye "calek e metirsrîdar ya girîng".

"Ev êrîşan ser ewlekarîya deryayî, keştîvanî û bazirganîya navnetewî bandorên giran dikin. Herwiha rewşa mirovî ya nazik li Yemenê jî têk dibin, jiber ku ser alîkarîyên bo wê ku şer lê heye, gefan çê dikin ," Lu got.

Di civînê de nûnerên Amerîka, Brîtanya û Îsraîl Îran bi piştgirîkirina êrîşên Hûsîyan tawanbar kirin, ku Tehranê ev yek red kir. "

Balyozê Rûsya yê NY Vassily Nebenzia bang li rêberên Hûsî kir ku her kiryarên ku gefan li keştîyên bazirganî û karmendên wan dike, sivik bikin.

Lê, Nebenzia şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê wek bingeha êrîşên Hûsîyan bi nav kir û Washington bi astengkirina daxwaza NY ya ser agirbestê rexne kir.

Çînê îro Derya Sor jibo bazirganîya kelûpel û enerjîyê ya navnetewî wek regeheke avî ya girîng bi nav kir û got ku parastina aştî û aramîya li heremê di berjewendîya hevpar ya hemî welatan de ye.

Tevgera Hûsîyan ya ku Îran piştgirîyê dike, piranîya Yemenê kontrol dike. Milîtanên Hûsîyan ji 19’ê Mijdarê û vir ve, bi dron û mûşekan êrîşî zêdetirî 20 keştîyan kirine.

Hûsî dibêjin ku ew jibo piştvanîya Filîstînîyên li Gaza keştîyên tekildarî Îsraîlê dikin armanc.

Amerîka û welatên din meha borî bi armanca parastina keştîyên sivîl yên li Derya Sor û Kendava Adenê hêzeke deryayî ya hevpar damezirandibû. Piştre, keştîyên şer yên Amerîkî dron û mûşekên Hûsîyan xistibûn xwarê û roja Yekşemê jî çend keştîyên êrîşkar yên Hûsîyan binav kiribûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG