Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma NY Ya Vekolînkirina Çekên Kîmyayî Amade ye Here Sûrîyê


Dîmenek şer li Sûrîyê
Dîmenek şer li Sûrîyê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki moon dibêje, tîma ku îdîayên bikaranîna çekên kîmyayî li Sûrîyê, amade ye bi mebesta vekolînkirinê, di nav 24 demjimêran de ji Sûrîyê re were şandin. Lê, birêz Ban got ku tîm hîn li hêvîya pejirandina hikûmeta Esed e.

Sekreterê Giştî îro Duşemê li Lahay gote rojnamevanan ku tîm bi rêvebirîya zanyarê Swêdî Ake Sellstrom li Qibrisê li hêvîyê ye û herwiha got ku gotûbêjên ligel Sûrîyê derbarê çend pirsgirêkên teknîkî û qanûnî dom dikin.

Sekreterê Giştî yê NY bang li hikûmeta Sûrîyê kir di danûstandinan de nermtir be da ku were piştrast kirin vekoler di zûtirîn dem de werin şandin.

Birêz Ban got ku paşxistin, danheva mînakan li ser erdê zehmetir dike.

Hikûmeta Sûrî û serhildayên dijî Serok Beşar Esed hevdû bi bikaranîna çekên kîmyawî tawanbar dikin. Di gotinên xwe yê îro Duşemê de, pêdivî ye hemî îdîa li ber çavan werin dayîn.
XS
SM
MD
LG