Nûnera taybet ya Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya bo Îraqê Jeanine Hennis-îro Çarşemê ragihand ku ew jiber tundîya dijî xwepêşanderên li Bexda û bajarên din xembar e.
Plasschaert banga aramîyê li Îraqe kir û xemgînîya xwe jiber hebûna kuştî û birîndarên di nav xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de dîyar kir.
Wê got ku mafê her kesekî ye ku di nav çarçoveya qanûnan de bi azadî bipeyîve.
Nûnera taybet bang li karbidestên Îraqî kir ku di dema cîhanîna qanûnê û parastina gel û mulkên hemwelatîyan de, hêza kontrolkirî li dijî xwenîşanderên aştîyane bi kar bîne û ewlehîya wan misoger bike.