Serokê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Volkan Bozkir îro Duşemê ragihand ku Civata Giştî ewê roja Pêncşemê ser şerê navbera Îsraîl û milîtanên Fîlîstînî bicive.
Nîjer û Cezayîr, serokên Rêxistina Hevkarîya Îslamî (IOC) û koma Ereb ya li New York, ji Civata Giştî ya bi 193 endamî xwestin ku 'bi sedema xeterîya rewşê û xirabbûna wê ya bilez' bi eşkereyî bicive.
Civata Ewlekarî ya NY ya bi 15 endamî roja Yekşemê cara yekê bi eşkereyî ,di derbarê şêr û pevçûnên di navbera Îsraîl û Fîlîstînîyan de kom bû.
Civata Ewlekarî ya NY heya niha ser mijarê daxuyanîyek giştî ranegihandîye jiber ku Amerîka - hevalbendek bihêz yê Îsraîl - fîkar dike ku dibe daxuyanîya Civatê zararê bide dîplomasîya pişt perdê.
Çînê roja Yekşemê got ku ewê dîsa ser Civatê givaştinan bike da ku bo daxuyanîyeke hewl bide û lihev bike.
Artêşa Îsraîlî îro bi daxuyanîyekê ragihand ku Husam Ebu Harbîd, serfemandarê koma tundrê ya bi navê Cîhada Îslamî di êrîşeke wê ya esmanî de hatiye kuştin.
Karbidestên Saxlemîya Gazeyê îro dîyar kir ku ji destpêka şer ya Duşema borî vir ve, hejmara giştî ya kuştîyên Filistînî giheştîye 201 kesan, di nav de 58 zarok û 34 jin hene. Li Îsraîlê tev jî du zarokan bi tevahî 10 kes hatine kuştin.