Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Nav 10 Rojên Dawî de 103 Sivîl li Sûrîyê Hatine Kuştin


Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku di encama êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê de, herî kêm 103 sivîl di nav 10 rojên dawî de hatine kuştin.

Berpirsa mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet di daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di nav kuştîyên sivîl de 26 zarok jî hene.

“Kesên kuştî sivîl in û dema mirov israra ser êrîşên wî rengî bîne pêş çavan, ne pêkan e, ku ew kes bi xelatî hatibin armancgirtin, Mixabin bîragiştî ya navnetewî çavên xwe ji wan kuştinan re girtine.”

Îdlib û derdora wê li rojavayê bakurê Sûrîyê li gor peymana navbera Rûsya û Tirkîyê herêma bê tundî û şer e, lê êrîşên esmanî di demên dawî de zêde bûne.

XS
SM
MD
LG