Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Piştî Destpêbûna Operasyona Hikûmetê 235,000 Sivîl ji Îdlibê Revîne


Neteweyên Yekbûyî îro Înê ragihand ku piştî destpêbûna operasyona hikûmeta Sûrî û êrîşên esmanî yên Rûsî, di nav vê mehê de 235,000 sivîl li Îdlibî ji malên xwe revîne.

Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) dîyar kir ku derketina girseyî di navbera 12’ ê û 25’ê Berfanbarê pêk hat û gelek kes çûn kampên li nêzî sînorê Tirkîyê.

“Bi bilindbûna alozî û tundîyê li rojavayê bakurê Sûrîyê, sivîlên li herêma Îdlibê careke din dibin armanca êş û dijwarîyan û bi encamên wêranker yên şer rûbirû dibin.”

OHCA da zanîn ku bajarokê Maarat el-Numan û derdora wê ku piranîya sivîlên revîyayî ji wir hatine, hema hema vala bûye.

OHCA bal kişand ku bi hezaran malbat jî ji tirsa êrîşên esmanî û hawanan newêrin bilivin û herin cîhên ewletir.

Serokê Amerîka Donald Trump do Pêncşemê hişyarî dabû Rûsya, Sûrîyê û Îranê ku li herema Îdlibê ya Sûrîyê sivîlan nekujin.

Trumpa Tirkîye pasandibû ku dixwaze rê li ber kuştina sivîlan li Îdlibê bigire.

“Rûsya, Sûrîyê û Îranê niha bi hezaran sivîlên bêguneh dikujin û hîn hazirî dikin ku bi hezaran din jî li Îdlibê bikujin. Wî tiştî nekin!” Tirkîye pir dixebite ku vê kuştinkarîyê rawestîne,” Trump ji hesaba xwe ya twiterê gotibû.

Artêşa Sûrî ragihandibû ku hêzên wê di nav vê hefteyê de li Îdlibê pirtir ji 300 km herêm ji “terorîstan paqij kiriye û bi sedan teorîst kuştine.”

XS
SM
MD
LG