Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Zêdebûna Krîza Mirovahî ya Afganîstanê Hişyar Dike


Li Afganîstanê xebatên alîkarîya xwarînê ya NY

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemê hişyar kir ku krîza mirovahî ya Afganîstanê her ku diçe xirabtir dibe.

Hevdem, rexistinê bang li civaka navneteweyî dike ku pirtir alîkarîya Afganîyên ku jiber şer têkçûyîne, bike.

Mary-Ellen McGroarty, Berpirsa Afganistanê ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ser rewşa mirovahî ya welat li NewYorkê agahdarî da rojnemavanan.

"Ev cara yekê e ku ez dibînim ku krîzeke bi vî rengî û bi vî lezê mezin dibe," McGroarty got.
Wê da zanîn ku berîya ku Talîbanê di nîvê Tebaxê de desthilatdarî bi dest bixe, li Afganistanê jixwe krîzeke mirovahî ya bi rêjeyên pir bilind hebû,"bandorê ser 18 mîlyon mirovî dikir. Lê, niha ev berfirehtir û xirabtir dibe."

" Em çaverê dikin ku hejmara wan kesan zêde be, bi taybet jî di warê xwarinê de, " McGroarty got.

Karbidesta NY bang li civaka navneteweyî kir ku bo pêşkêşkirina piştvanîyê de zêdetir alîkar bibin ku Afganistan bo demsala zivistanê ya metirsîdar amade be.

McGroarty li ser pirsa gelo Talîban alîkarîyên mirovahî asteng dike, got ku na, ew rastî ti astengîyan nehatine.

Wê bi berdewamî destnîşan kir ku alîkarî li ser bingeha "prensîbên mirovahî, bêalîbûn, biryara hevpar û serxwebûna kargêrîyê" pêk tê.

XS
SM
MD
LG