Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Afganistan Rûbirûyê Krîzeke Kûr ya Mafên Mirovan E


Dîmeneke ji Afganistanê (Arşîv)
Dîmeneke ji Afganistanê (Arşîv)

Cîgira Komîserê Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nada El-Naşif, di rûniştineke taybet ya Konseya Mafên Mirovan ya NY de, ser rewşa mafên mirovan ya li Afganistanê ropereke, pêşkêş kir.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide ku Afganistan rûbirûyê krîzeke kûr ya mafên mirovan e û serneketina rêvebirên Talîbanê bo parastina mafên gelê xwe, dê bibe sedema alozî û paşveçûna welat.

"Tevî ku destwerdana Talîbanê dawî li şerê dijî hêzên hikûmetê yên li welat anî, rewşa heyî di warê mafên mirovan de parastina welatîyan kêm dihêle," Nada El-Naşif got.

Rapora NY dide zanîn ku bi mîlyonan mirov jiber hilweşîna aborîya Afganî nikarin hewcedarîyên xwe yên bingehîn peyda bikin.

Rapor dibêje ku Afganîyên rûbirûyê xizanî û birçîbûnê ne, neçar dimînin ku tedbîrên pir dijwar bigirin da ku bijîn, tevî keda zarokan, zewaca zarokan, û heya firotina zarokan.

Nada El-Naşif, ji Konseyê re dibêje ku kuştinên bê dadwerî li seranserê Afganistanê zêde dibin.

Hevdem, wê ser leşkerkirina zarokan ji alîyê komeke çekdar ya tundrew ya cîhadîst û karbidestên Talîbanê, fîkarên xwe anî ziman.

El Naşif dibêje ku civaka Afganî dê berdêlên giran bide heke Talîban binpekirina mafên jinan û xwendin, xeba û girtina wan di bin kontrola xizmekî mêr de, bidomîne.

"Bi taybetî jin û keç di warên mafên perwerde, debar û tevlîbûnê de, yên ku di dema borî de destkeftîyên girîng bi dest xistibûn, rûbirûyê nezelalîyek mezin e. Berdewamkirina beşdarîya jinan ya di hemû warên jiyanê de ewê bo siberoja Afganistanê bibe bingeh," wê got.

Wê bi berdewamî wiha axifî:

"Hevkarên NY peşbînîyê dikin ku sînordarkirina mafên xebeta jinan dikare zarareke girîng ya nêzî mîlyarek dolarekî - yan jî ji sedî pêncêdehata welêt derxîne holê. Jiber ku her ku diçe bêtir keç paşde têne hiştin, zarara aborî û civakî ewê bo nifşên siberojê xeterîyê pêk bîne.”

Komîteya Karûbarên Neteweyên Yekbûyî biryar da ku rê nede Talîban li NY nûnertîya Afganistanê bike.

Jiber vê yekê, NY Nasir Andisha, Balyozê NY li Cenevreyê di serdema serokê berê yê Ganî de, wek nûnerê rewa yê Afganistanê nas dike.

Balyoz Nasir Andisha, jibo rapora El Naşif sipasîya wê kir.

Wî bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirsîya gelê Afganistanê bike û rê nedin Talîbanê ku wan ji maf û azadîyên bingehîn bêpar bike.


XS
SM
MD
LG