Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Piştî Operasyona Tirkîyê ya Ser Efrînê Dora 170 Hezar Kes Koçber Bûne


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku piştî operasyona Tirkîyê ya bi ser Efrînê de, bi qasî 170,000 kes ji malên xwe koç kirine.

Berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî yên NY’ê Jens Laerke da zanîn ku li gor texmîna wan 167,000 kes jiber pevçûnên ji warên xwe derketine.

Laerke, li Cenevrê ji rojnamevan re dîyar kir ku piranîya kesên ji Efrînê derketine revîne Tilrifatê.

Laerke da zanîn ku li gor raporên wan, di navbera 50,000-70,000 de sîvîl li Efrînê mane.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) jî ser Efrînê daxuyanîyek da.

Nûnera WHO’yê li Sûrîyê Elizabeth Hoff dîyar kir ku zarok, jin û mêr bo ji Efrînê birevin ‘’rêwîtîyeke xembar’’ kirine.

Elizbath da zanîn ku xebatkarên wan bi sîvîlên ku 36 demjimêr rê meşîyane dîtine.

WHO ragihand ku li herêmên kesên ku ji Efrînê revîne bi cîh bûne, klînîkên seyar çêkirine û derman jî şandine wir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dabû zanîn ku 250,000 kes ji Efrînê revîne.

XS
SM
MD
LG