Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê dicive ku derbarê pêşnîyara Amerîka ya ambargoya çekan ya ser Îranê, dest bi gera yeke ya danûstandinan bike.
Amerîka dirêjkirina ambargo ya heta demeke bê dûmahî dixwaze. Ambargoya niha di çarçoveya rêketina navokî ya sala 2015'an ya Tehranê bi hêzên cîhanî re, di meha Cotmehê de bi dawî dibe.
Li gor ragihandina dîplomatan, Amerîka roja Duşemê pêşnivîsek bo biryarê li 15 endamên Civata Ewlekarî ya bi 15 endaman belav kir, lê Rûsya û Çîn yên xwedî mafê vetoye, ji niha ve dijberîyê wê dikin.
Washington demekîe dirêj e berevanîyê dike ku divê ambargoya çekan ya ser Îranê ranebe.
Jibo dîyarkirina biryarêke neh deng pêdivî ye û divê Amerîka, Çîn, Rûsya, Brîtanya yan jî Fransa veto neke.
Pêşnivîsa biryara Amerîka ya firotan û peydakirina çekan yan veguhastina berhemên têkildar ji hêla Îranê ve qedexe dike. Dîsa, li welatan din jî firotin û peydakirina çekan yan veguhastina berhemên têkildar, heya ku ji hêla komîteya civata ewlehîyê ve were pejirandin, qedexe dike.
Herwiha, li gor pêşnivîsa biryarê divê tevahîya welatan vekolîna kargoyên li nava heremên xwe bikin, heke sedemên wan yên rewa hebin ku di kargoyan de berhemên qedexekirî hene.
Pêşnivîs, di heman demê de bang li welatan dike ku keştîyên li deryayên vekirî, bi razîbûna dewleta ala wî hildayî ye- bi heman sedeman were vekolîn kirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (UN) Antonio Guterres di destpêka vê mehê de ji Civata Ewlekarîyê re gotibû ku mûşekên keştîyan ku di çend êrîşên dijî kargehên petrolê û firîngeheke navneteweyî ya Erebistana Saudî hatibûn xebitandin ji Îranê derketine. Amerîka Amerîkayê pêşnivîsa biryarê piştî daxuyanîya Guterres anî pêş.
Heke Amerîka di dirêjkirina ambargoya çekan de bi ser nekeve, Civata Ewlekarîyê tehdît dike ku dê tevahîya cezayên Neteweyên Yekbûyî yên ser Îranê di çarçoveya rêketina navokî de hilweşine, tevî ku Washington di 2018'an de ji vê peymanê vekişîbû.
Dîplomat dibêjin ku Washington dikare rûbirûyê şerekî dijwar û tevlîhev be.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Îranê, wek bersîvdana vekişîana Amerîka ya ji vê peyanê û jinûve ragihandina cezayên dijî wê, hin beşên rêketina navokî binpê kir.