Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY, Amerîka Ser Koçberên li Sînorê Başûr Rexne Dike


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyen Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet, Amerîka ser sîyaseta dijî koçber û penaberên li sînorê başûr rexne kir.

Ofîsa Bachelet ragihand ku rewşa koçberên li sînor ‘’pir giran’’ e.

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY’ê da zanîn ku li sînor xwarin û xizmetên saxlemîyê tune ne.

Aktîvîstên mafên mirovan û hin endamên Demokrat yên Kongresê jî di hefteyên borî de dîyar kiribûn ku rewşa koçberên li sînor ne baş e.

Bachelet da zanîn ku ewlekarîya divê ne tenê girtina koçberên neqanûnî be û divê hin xizmetên din jî werin dayîn.

XS
SM
MD
LG