Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li ASEAN Dike ji Bo Tevgeriyana Dîyaloga Sîyasî Li Myanmar


Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet
Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet

Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet, îro Çarşemê jibo destpêkirina dîyaloga sîyasî bi cunta leşkerî û seroktîya demokratîk-bijartî ya Myanmar re ya bi piştgirîya navneteweyî, bang li Komeleya Welatên Başûrê Rojhilata Asyayê (ASEAN) kir.

"Jibo ASEAN re girîng e ku demûdest şandekê yan tîmeke taybet destnîşan bike da ku bi rengekî dîyaloga sîyasî were destpê kirin.

Ez ASEAN teşwîq dikim ku bi rêberîya demokratîk û civaka sivîl re, ne bi tenê enîya leşkerî re di nava têkilîyan de bibin," Bachelet got

Bachelet ji Civata Mafên Mirovan ya NY re da zanîn ku ASEAN'ê di Nîsanê de, bi serokê cuntayê Min Aung Hlaing re li ser 5 xalan lihevkirinek ava kiribû, lê seroktîya leşkerî ya Myanmar pir hindik nîşanî pabendbûna wê kiriye.

Hevdem, Mîchelle Bachelet ragihand ku divê destûr bê dayînê NY da ku alîkarîya mirovahî bigehîne sivîlên li Myanmarê, bêyî ku ew ji hêla artêşê ve 'were kar anîn', wek ku bi ASEAN re hatibû lihevkirin.

"Dê girîng be ku alîkarî bi rêka sazîyên civaka sivîl û bi şêwirmendîya opozîsyona demokratîk bigehîje welat," Bachelet got.

Bachelet roja Sêşemê di destpêka civîneke du rojî ya NY li Cenevre dîyar kir ku ji pêkhatina darbeyê vir ve, li Myanmar nêzî 900 kes hatine kuştin û herî kêm 5200 kes bi neqanûnî girtî ne.

Her wiha, Bachelet îro destnîşan kir ku herî kêm 93 rojnamevan hatine desteser kirin, tevî yên biyanî 44 ji wan hin jî girtîne.

"Destûrnameyên heşt dezgehên sereke yên Myanmarê ji alîyê artêşê ve hatine betalkirin û gelek rojnamevanan mecbûr mane ku bo ewlehîyê derkevin derveyî welêt," Bachelet got.

Bachelet, seroka berê yê Şîlê, ji welatan xwest ku piştgirîyê bidin medya serbixwe û civaka sivîl û 'alîkarîya wan bike ku rêkên ragihandina agahdarîyan ji Myanmar, ava bibe'.

" Bê guhertineke bingehîn ya di rola artêşê û her wiha kontrola sivîl ya tevahî ser artêşê, dê ti çareserîyeke domdar ya bo krîzê dê nabe ku pêk were," Bachelet got.

Myanmar ji dema ku artêşê, dijî hikûmeta hilbijartî ya Aung San Suu Kyi di 1'ê Sibatê de darbe kir û dest danî ser desthilatdarî ya welêt, di nava krîzê de ye.

XS
SM
MD
LG