Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hişyarî Dide ku Jîyana Julian Assange Ketiye Metirsîyê


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jîyana damêzrenerê Wikileaksê Julian Assange jiber şertên giran ketiye metirsîyê.

Raportorê Taybet yê Êşkence yê NY’ê Nils Melzer bang li Brîtanya kir ku rewşên girtîbûnê yên Assange baştir bike.

Wî da zanîn ku Brîtanya mafên girtîyan nade Assange û ew dorpêçkirî ye û di bin zextan de ye.

Nils Melzer di meha Gulanê de serdana Assange kiribû û şertên giran yên Assange şermezar kiribû.

Assange li Girtîgeha Belmarsh dimîne ku li Brîtanya girtîgeha bi şertên herî dijwar e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG