Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta NY Dibêje Hîn 30 Hezar Şervanên DAIŞ’ê li Îraqê û Sûrîyê Hene


Neteweyên Yekbûyî di raporteke nû de dide zanîn ku hîn 30,000 şervanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraq û Sûrîyê hene.

Hejmara çekdarên DAIŞ’ê ku di raportê de tê dayîn, ji texmînln berê gelek bilindtir e û dibe sedema gumanan ku birastî jî bi tevahî tunekirina wê rêxistinê, di demeke kind de tiştekî pêkan e yan ne.

Leşkerîya Amerîkî, ku li Îraq û Sûrîyê ligel hêzên xwecîhî şerê dijî DAIŞ’ê rêve dibe, sala borî ragihandibû ku çekdarên DAIŞ’ê ne zêdeyî 10,000 kes in.

Raport bal dikşîne ku piştî operasyona Tirkîyê ya ser Efrînê DAIŞ’ê derfet dît ku hêzên xwe jinûve bicivîne jiber ku şervanên Kurd yên hevalbendên Amerîka şervanên xwe ji şerê DAIŞ’ê vekişandin û şandin parastina Efrînê.

“Ew navber jîyana DAIŞ’ê dirêj kir û derfet jê re çêkir ku xwe biqilupîne toreke veşartî ya cîhanî. Di rewşa heyî de sazîyên DAIŞ’ê yekperçe ne: tevî ku di peywenkirinê de dijwarî hebin jî, ofîsên ewlehêya giştî, ofîsa darayî û yên koçberî û kordînasyona lojîstîkî wek berê karîger in.”

Raporta NY herwiha bal kişand ku yek jî nîşaneyên din ya zindîbûna DAIŞ’ê ajansa wê ya nûçeyan Amaq e, ku li rojhilata Sûrîyê karên xwe didomîne. Tevî ku di mehên Îlon û Cotmehê de weşanên wê gelek lawaz bûbû, Amag vê gavê di asta bilind de kar dike.

XS
SM
MD
LG