Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Raporên Pêbawer Hene ku Talîban Reftarên Xirab Dike


Michele Bachelet
Michele Bachelet

Berpirsa Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet îro li civîna awarte ya Konseya Mafên Mirovan, ser rewşa li Afganistanê axifî

Civîna awarte ya Mafên Mirovan ya NY li ser daxwaza Pakistan û Rêxistina Hevkarîya îslamî (OIC) pêk hat.

Bachelet ragihand ku di destê wê de di derbarê, binpêkirinên giran yên Talîbanê yên li Afganistanê raporên pêbawer hene.

Wê got ku di nav van raporan de darvekirinên sîvîl û hêzên ewlehîya Afganî yên ku xwe radest kirine jî hene.

Bachelet di axaftina xwe de hûrgilîyên kuştinan neda, lê wê bang kir ku jibo jinêzve şopandina kiryarên Talîbanê mekanîzmayeke were ava kirin.

Lê, balyozê Çînê yê NY li Cenevre Chen Xu got ku divê leşkerên Amerîkî û hêzên hevalbendên din yên koalîsyonê jiber binpêkirinên mafan yên hêzên wan li Afganistanê lêpirsîn çêbin.

Amerîka êrîşên dijî sîvîl, rojnamevan, çalakvan û kêmanîyan şermezar kir, lê Talîban bi nav nekir.

Ji alîyê din ve, pisporên serbixwe yên mafên mirov yên NY di daxuyanîyeke hevbeş de got ku gelek kes xwe vedişêrin jiber ku Talîban mal bi mal lêgerînê didomîne û destdanîna ser mal û avahîyan jî tên ragihandin.

Wan got, "Kiryarên Talîbanê di van mehên dawî de û heya îro dibe ku bibin tawanên şer û sûcên dijî mirovahîyê."

XS
SM
MD
LG