Walîyê eyaleta New Yorkê Andrew Cuomo got ku ger nexweşxaneyên ku vaksîna COVID-19 wergirtina di nav hefteyekê de dest bi vaksinkirinê nekin, ezê ceza li wan nexweşxaneyan bibirin.
Cuomo îro di preskonferansekê de got ku ewê herwiha vaksînên nû nedin wan nexweşxaneyên ku karekî baş nakin.
Cuomi da zanîn ku berpirsê saxlamî yê New Yorkê Dr. Howard Zucker roja Yekşemê bi nameyekê nexweşxane ji biryar agahdar kirin.
Ron DeSantis, walîyê Florida ku biryar dabû pêşî hemwelatîyên kal û pîr werin vaksîn kirin, ji nexweşxaneyan xwest ku demûdest dest bi vaksînkirinê bikin.
“Nexweşxane heta nika di peyvajoya vaksinîkirinê de karekî baş nakin. Emê vaksînan bidin nexweşxaneyên ku karekî hêja dikin. Em naxwazin nexweşxane vaksînan, bê armanc di destê xwe de bihêlin,” DeSantis îro di preskonferansekê de got.
Wî da zanîn ku ewê hejmara xebatkarên li navendên saxlemîyê zêde kirin û tevahîya heftê vekirî bihêlin ku vaksîn li hemwelatîyan bixin.