Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Operasyona Leşkerî ya Dijî Îdlibê Dê Alozîyên Mezin Çêke


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di civînekê de ser Îdlibê axifî û da zanîn ku operasyona leşkerî ya dijî wî bajarî ewê girjîyên mezin çêke.

Berdevkê NY’ê Stephahne Dujarric dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres dide zanîn ku operasyona leşkerî ya li herêmê ewê alozîyeke mezin çêke.

Dujarric bang li hikûmeta Sûrîyê kir ku berevanîya sîvîlan bike. Berdevkê NY’ê da zanîn ku Guterres dixwaze ku bi navbenynkarîya Tirkîye, Rûsya û Îranê çareserîyeke aştîyane were çêkirin.

Dujarric dîyar kir ku Guterres bang li her du alîyên cengê kiriye ku sivîlan biparêzin û berevanîya cîhên sivîlan bikin.

XS
SM
MD
LG