Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Ji Destpêka Îlonê Vir ve 38,300 Kes ji Îdlibê Derketine


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji destpêka Îlonê vir ve 38,300 kes ji Îdlibê derketine.

Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya NY’ê (OCHA) da zanîn ku piranîya koçberan çûne sînorê Tirkîyê.

Li gor OCHA hin sivîl ser gumana vegerê li gundên nêzî Îdlibê bi cîh bûne.

NY dîyar dike ku ger dijî Îdlibê operasyoneke berfireh pêk were dê 900,000 kes ji Îdlibê derkevin

Li Îdlibê bi qasî 3,000,000 kes dijîn û 1,400,000 kes ji ji herêmên din yên Sûrîyê hatine wir.

Berpirsê OCHA Panos Moumtzis da zanîn ku ger 3,000,000 kes ber bi Tirkîyê ve koç bikin ewê ji bin hikmê wan derkeve.

Moumtzis dîyar kir ku wan cîhê 235 nexweşxane, dibistanan ji Rûsya, Amerîka û Tirkîyê re gotine ku ti guman ser wan çênebin.

Hefteya borî enîyên serhildayan yên li Îdlibê ji alîyê firokên cengê yên Rûsya û Sûrîyê ve hatibûn bombebararan kirin

XS
SM
MD
LG