Berpirsê Alîkarîya Mirovî ya Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egeland dîyar kir ku tevî peymana Rûsya û Tirkîyê ya ser Îdlibê, dîsa jî li herêmê metirsîya pevçûnê heye.
Egeland da zanîn ku metirsîya pevçûnê didome û dîyar kir ku dibe ku êrîşên dijî komên di lîsteya terorê ya NY’ê de cîh digirin, didome.
Egeland dîyar kir ku hin çekdar dixwazin ku heta dawîyê şer bikin.
Berpirsê NY’ê da zanîn ku Rûsya û Tirkîyê derbarê peymanê agahî dane û ser hûrgilîyên peymanê dixebitin.
‘’Me bang li Tirkîye û Rûsya kir ku xalên peymanê ji me re bêjin. Peymana wan ya sereke nîşan dide ku dixwazin ku rê li ber xwînê û cenga mezin bigirin’’ Egeland got.
Egeland dîyar kir ku dibe ku komên çekdar yên Îdlibê şer bikin.
Wî bi berdewamî da zanîn ku li herêma Rukban ya Sûrîyê, ku nêzî sînorê Urdunê ye, rewşa 50,000 sivîlên ku li kampê dijîn roj bi roj xirab dibe.