Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Îdlibê Kom Bû


.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî awarte ser Îdlibê kom bû.

Berpirsê Alîkarîya Demûdest yê NY’ê Mark Lowcok dîyar kir ku di êrîşên esmanî de bi kêmî ve 18 nexweşxane û klînk hilweşîyane yan zarar dîtine.

Li gor karbidestên NY’ê hin ji van nexweşxaneyan di lîsteya NY’ê de ne û divê dijî wan êrîş li dar nekevin.

Nûnera Brîtanya ya li NY’ê Karen Pierce dîyar kir ku Rûsya û Sûrîyê li herêma Îdlibê firokên xwe difirînin û ji wan xwest ku êrîşên xwe yên li wir rawestînin.

Li ser axaftina Pierce, Nûnerê Rûsya yê NY’ê Vassily Nebenzia jî got ku ew hiqûqa navnetewî binpê nakin û armana wan ‘’kuştina terorîstan’’ e.

XS
SM
MD
LG