Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Îdlibê Pirtir ji Hezar Sîvîl Hatin Kuştin


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet ser hejmara kuştîyên sîvîl yên Îdlibê axifî.

Bachelet da zanîn ku di navbera dawîya Nîsanê û dawîya Tebaxê de li herêma Îdlibê 1089 sîvîl hatine kuştin.

Wê dîyar kir 1031 sîvîl ji alîyê hêzên rejîma Sûrîyê û hevalbendên wê ve hatine kuştin û got ku berpirsa kuştina sîvîlên din komên çekdar in.

Berpirsa NY’ê da zanîn ku di pevçûnan de 51 navendên saxlemîyê jî zarar dîtine.

Bachelet bang li alîyên şerker yên li Îdlibê kir ku pevçûnan demûdest rawestînin.

Îdlib li Sûrîyê herêma dawî ya di destê serhildayan de û hêzên hikûmetê di 30’ê Nîsanê de dijî wir dest bi operasyonê kiribûn.

XS
SM
MD
LG