Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li 57 Welatan Dike ku Jin û Zarokên li Kampên Sûrîyê Wergirin


Kampa el- Hol
Kampa el- Hol

Pisporên mafên Neteweyên Yekbûyî (N.Y.) îro Duşemê bang li 57 dewletan kirin da ku nêzî 10.000 welatiyên xwe yên li kampên li bakurê rojhilatê Sûrîyê bibinin welatên xwe.

Li kampên li bakurê rojhilatê Sûrîyê nêzî 10.000 jin û zarokên bîyanî yên bi DAÎŞ'ê re tekildarin di şertên dij mirovî de bêyî pêyvajoya dadmendî dimînin.

Pisporan ragihand ku gor qanûnên navneteweyî, ew dewlatana ji paşve birina hemwelatiyên xwe berpirsîyarin.

Hevdem, heke delîl hebe divê kesên mezin bi sedema tawanên şer yan tawanên din li dadgehên navxweyî wan bi darîzanîn.

Fionnuala Ní Aoláin, raportera taybet ya NY bo parastina mafên mirovan ya di tekoşîna di dijî terorîzmê de, di preskonferanseke medyayê de ser mijarê axifî.

Ní Aoláin got ku ev meseleyeke girîng û lezgîn e.

Wê, tevî Brîtanya, Çîn, Fransa, Federasyona Rûsya û Amerîka bi tevahî 57 welat wek 'lîsteya şermê' bi nav kir.

Hevdem, wê da zanîn ku bêwelat hiştina kesekî nehiqûqî ye û zêdebûna rêjeya dest girtina mafê welatbûna ji mirovan rexne kir.

"Ev jin û zarok di rewşên dij-mirovî û gelek xirab de dijîn. Li gor qanûnên navneteweyî, şert û mercên li van kampan dibe ku encamên mîna îşkence, nêzîkatîya nebaş û dij-mirovahî derxîne holê,” Ní Aoláin got.

Hin jinên li wan kampan jiber ku li ser înternetê bi mîlatanên DAÎŞ'ê re zewicîne, hatine van hereman.

Lê, zarok ne mafdar bûne ku di derbarê anîna xwe de tiştekî bêjin yan ji jixwe li wir hatine dinê.

Ní Aoláin balkişand ku ev jin û zarok mîna sembolên hemî metirsîyên dewlet û neteweya nin.

Neteweyên Yekbûyî got ku meha borî ew hatine agahdar kirin ku di nava 15 rojên meha Yek, Rêbendanê de, li kampa el-Hol 12 hemwelatîyên Sûrî û Îraqî hatine kuştin.

Nî Aoláin got ku Kanada, Fînlandiya û Kazakistanê hin hemwelatîyên xwe birine û kêfxweşîya N.Y. anî ziman.

Tevî nêzî 9.462 jin û zarokên bîyanî li kampên el-Hol û Roj zêdetirî 64.600 kesên ku bi şewazeke tekildarê DAÎŞ'ê nin, têne girtin.

Ev kampana ji hêla rêvebirîya xweser ya bi rêbertîya Kurdên Sûrî ve têne rêvebirin û piranîya wan kesana welatiyên Iraq û Sûrîyê ne.






XS
SM
MD
LG