Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Piştî Destpêbûna Operasyona Tirkîyê 100 Hezar Kes ji Bakurê Sûrîyê Koçber Bûne


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku piştî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê destpê kiriye ji wê herêmê 100,000 kes koç kirine.

NY’ê da zanîn ku jiber operasyonê, ku ji çend enîyan tê meşandin, encamên mirovî yên wek koçberîyê çêbûne.

Li gor ragihandina NY’ê, çavkanîya avê ya li Hasekê, ku bo 400,000 kes bû naxebite.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres dîyar kiribû ku operasyonên leşkerî bo Sûrîyê çareserîyeke mayînde çênake û banga rêkên bi dîyalogê kiribû.

XS
SM
MD
LG