Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Rêxistineke Terorê li Kongo Herî Kêm 55 Kes Kuştine


(arşîv)
(arşîv)

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Komara Demokratîk ya Kongo di êrîşên dijî du gundan de bi kêmî ve 55 kes hatine kuştin.

Karbidestên NY dibêjin ku ew êrîşa herî mezin ya salên dawî ye.

Artêşa Komara Demokratîk ya Kongo û jêderên herêmî didin zanîn ku êrîş ji alîyê Hêzên Demokratîk yên Yekgirtî, ku komeke Îslamî ye, hatine li dar xistin.

Êrîş li gundekî li sînorê Uganda û li kampeke koçberan li dar ketin.

Berpirsên NY’ê dîyar dikin ku li herêmê bi sedan mal hatine şewitandin û jimareke sîvîlan jî hatine revandin.

NY, Hêzên Demokratîk yên Yekgirtî di meha Adarê de xistibû lîsta terorê. Berpirsên rêxistinê dibêjin ku ew girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ne.

XS
SM
MD
LG