Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Bo Têkoşîna Dijî Korona 10,3 Mîlyar Dolar Hewce Ye


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku bo têkoşîna dijî vîrusa korona ya li welatên rewişa wan xirab, 10,3 mîlyar dolar alîkarî pêwîst e.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Alîkarîya Mirovî ya NY’ê Mark Lowcock dîyar kir ku divê ew demûdest wê alîkarîyê kom bikin.

Lowcock da zanîn ku ger ew bi demûdest tevnegerin ewê bi ‘’trajedîyeke mezin’’ re rû bi rû bimînin.

NY’ê di dawîya meha Adarê de dabû zanîn ku bo têkoşîna dijî vîrusa korona ya li 40 welatan bi qasî 2 mîlyar dolar hewce ye û banga alîkarîyê kiribû.

Wê rêxistinê di meha Gulanê de dabû zanîn ku 6,7 mîlyar pêwîst e lê heta niha bi qasî 1,67 mîlyar dolar hatiye kom kirin.

XS
SM
MD
LG