Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Jibo Çareserîya Krîza Afganistanê Dravdayîna Rasterast Pêwîst Dike


Sekreterê Giştî yê Nêteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Nêteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Nêteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja Duşemê ragihand ku pêwîste ye ku civaka navneteweyî rêkan bibîne ku rasterast drav têxe nav aborîya Afganistanê da ku pêşî li hilweşînê û krîza mirovahî li ser nîvê nifûsê bandor dike, bigire.

Guterres got ku "krîz herî kêm bandor ser 18 mîlyon mirovan dike - nîvê nifûsa welêt," û da zanîn ku operasyoneke girseyî ya alîkarîya mirovahî ya NY di " dema ku zivistan nêzîk dibe, berdewam dike.

Wî dîyar kir ku ajansên NY û komên mirovahî awayê rasterast ya dravdayînê ye û her wiha Bankaya Cîhanê jî dikare beşek taybet biafirîne ku ji wir dirav were şandinê Afganistanê.

Piştî Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, sazîyên darayî yên navneteweyî bi milyaran mal û milkên banka navendî yê Afganistanê,cemidand, her çend alîkariya mirovahî berdewam kir.

Niha diravên bankayan diqedin, karmendên dewletê nikarin mûçeyên xwe werbigrin û bihayê xwarinê jî zêde dibe.

Guterres destnîşan kir ku aborîya Afganî - ku bîst salin bi alîkarîya biyanîyan li ser piyan mabû - ji ber hişkesalî û COVID -19 berîya ku Talîban desthilatê bidest bixe, têkçûbû.

"Ev kêliyek çêkirinê yan jî têkçûnê ye," wî got, û hişyarî da ku bêyî kiryar, cîhan "ewê berdêleke giran bide" ji ber ku hejmarek zêde Afganî ji welatê xwe direvin.

Guterres destnîşan kir , jibo çareserîyeke pirsîyarîya sereke li ser milên Talîbanê ye.

Wî got ku divê naskirina hikûmeta îslamîst ya Talîbanê wek biryarên dîplomatîk yên serbixwe, werin girtin.

Hevdem, Guterres Talîban jiber bicîh nanîna sozên ser parastina mafên jin û keçan tawanbar kir, tevî destûr nedayîna keçan ku biçin dibistanê.

Wî got ku "Sozên şikestî jibo jin û keçên Afganîstanê dibe sedema xewnên şikestî," û her wiha got ku heke Talîban qedexeya xebatê bo jinan bidomîne, ti rêya başkirina aborîyê wê tunebe.


XS
SM
MD
LG