Neteweyên Yekbûyî ragihand ku alîyên şerker yên Lîbya hevbîr bûn ku jinûve dest bi hevdîtinên agirbestê bikin.
Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbya ragihand ku ew bi erênî pêşwazîya plana domandina danûstandinan dike û her alî 5 kesan di danûstandinan de cîh bigire.
Artêşa Natewî ya Lîbyayî (LNA) ku Xelîfa Heftar rêbertîya wê dike, ji Nîsana 2019’an vir ve operasyonan dike ku paytext Trablusê kontrol bike ku navenda Hikûmeta Lihevkirina Netewî (GNA) ye.
GNA di hefteyên dawî de bi piştgirîya Tirkîyê hêzên LNA ji çend deverên bakurê rojavayê welêt û dora Trablusê derxistibûn.
Lê, LNA ku piştgirî ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Rûsya û Misir werdigire, Duşemê got ku wê hîn deverên nû bi sest xistine.