Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê NY yê Lîbyayê Karvekişîna Xwe Radigihîne


Nûnerê NY yê Lîbyayê Jan Kubis
Nûnerê NY yê Lîbyayê Jan Kubis

Ajansa Reutersê ji zarê dîplomatan ragihand ku navbeynkarê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Jan Kubis karvekişîna xwe radigihîne,

Ev ragihandina kêmtirê salekê piştî ku ew hatibû erkdar in û meheke berîya hilbijartinên plankirî yê Lîbyayê pêk hat.

Heman dîplomatan dîyar kir ku NY bi awayekî nefermî dîplomatkarê Brîtanî yê payebilind Nicholas Kay wek cîgir pêşniyar dike.

Konseya Ewlekarîyê ya NY ya ji 15 endaman pêk tê, ku bi hevdengîyê tevdigere, divê bo erkdarkirineke nû rê veke.

Sedama karvekişîna Kubîs ne dîyar e.

Kubis yê ku wezîrê derve yê berê yê Slovakya bû wek kordînatorê taybet yê NY bo Lubnanê û yê bo Afganistan û Îraqê kar kiriye.

Konseya Ewlekarîyê, li şûna Ghassan Salame de, di Rêbandanê de erkdarkirina Kubis ya wek navbeynkarê Lîbyayê pejirandibû.

Ghassan Salame, jî di Adara 2020'an de jiber stresê dest ji kar berdabû.

Hejayê bîr xistinê ye ku Lîbya piştî têkbirina desthilatdarê demdirêj Muamer Qedafî ya bi destwerdana NATO'yê ya 2011'an de ket nava kaosê.

Di Cotmeha sala borî de, her du alîyên sereke yên şerê Lîbyayê - Hikûmeta Lihevhatina Neteweyî ya ku ji hêla civata navneteweyî ve tê nas kirin û Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya rojhilat ya Xelîfe Hefter - agirbestek îmza kiribûn.

XS
SM
MD
LG