Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Lukashenko Dike ku Girtîyên Sîyasî Berde


Aleksander Lukashenko
Aleksander Lukashenko

Raportora Taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Anaîs Marîn îro Duşemê bang li Belarûsê kir da ku demûdest 530 kesên girtî yên ku komên mafên mirovan wan wek girtîyên sîyasî dihesibînîn, azad bike.

Anaîs Marîn di Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê de, rapora xwe ya salane pêşkêş kir.

Marîn di pêşkêşkirina xwe de Belarûs mîna dewletekî totalîter nirxand û her wiha rewşa welêt ya ji hilbijartinê vir ve, wek rewşeke xirabtir, bi nav kir.

Wê bahsa bûyera di 23'yê Gulanê de li Mînskê sekinandina balafira rêwîtîyê ya ku bû sedema desteserkirina rojnamevanê rexnegir Roman Protasevîch, kir.

Marîn got ku bûyer wek daxwaza karbidestan ku destnîşan dike ku tevahîya rêkên nerazîbûnan bi paqijkirina hemî alîyên civakê ku ew naxwazin, destnîşan dike.

"Ev rêkêke paqijkirinê ye ku kiryarên dewletên totalîter, bi bîr dixîne,"Marîn got.

Hevdem, Marîn da zanîn ku zêdeyî 35.000 kes jiber ku mafê xwe yên azadîya civîneke aştîyane bikar anîne yan jî piştgirîya xwe bi qurbanên destdirêjiyê re anîne ziman, bi kêfî hatine desteser kirin.

Karbidestên Belarûs, di xwepêşandanên girseyî yên dijî hikûmetê yên havîna borî ku bi îdayên sextekarîya di hilbijartina ku Aleksander Lukashenko wek serok jinûve erkdar de vir ve, nêzîkbûna xwe tund kir. Lê, serok Lukashenko binpekirinên mafên mirovan, red dike.

Marîn bi berdewamî bal kişand ku sê berbijarên hilbijartinê yên opozîsyonê hîn jî girtîne û metirsîyên binpekirina mafan bûye sedem ku bi deh hezaran Belarûsî birevin û li derveyî welêt li penaberîyê bigerin.

XS
SM
MD
LG