Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja Pêncşemê jiber paşvexistina mafên jinan li Afganistanê ya di bin serwerîya Talîbanê de û li heremên din yên cîhanê, bangewaziyeke kir.
Guterres ji Konseya Ewlekarîyê re got ku "pêdivî ye ku em jibo her jin û keçekê şer bikin."
Wî bi berdewamî destnîşan kir ku Jin ewê êdî paşvexistina mafên xwe qebûl nakin û divê ew li welatên şer hene yan li cîhek din ne mecbûrê vê yekê bin.
Guterres da zanîn ku li Myanmar, Etiyopya, Yemen û heremên din yên cîhanê mafên jinan têne binpêkirin yan jî bi tevahî ji holê têne rakirin.
"Li Malî, piştî du darbeyên di nav neh mehan de, cîh ji bo mafên jinan ne tenê kêm dibe, lê tê girtin," wî got.
Guterres destnîşan kir ku li Afganistanê, di mafên keç û jinan de ku wan di dehsalên dawî de bi dest xistine, paşve gavavêtin tê dîtin, tevî mafê wanê çûyîna dibistana jî.
Ji dema ku tevgera tundrê ya Talîbanê di dawîya Tebaxê de dest danî ser desthilatdarîyê, jibo keçan dibistan qedexe kir lê bo kuran çûyîna dibistanê ferman da.
Berpirs dîyar kir ku NY li Afganistanê dimîne û xizmetan pêşkeş dike, û ewê berdewam bike ku bo pêşvebirin û parastina mafên jin û keçan di hemî danûstandinên bi karbidestên Talîbanê re, teşwiq bike.
"Emê ranewestin heya ku keç vegerin dibistanê, û jin vegerin ser karê xwe û beşdarî jiyana giştî bibin," Guterres got.