Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Çekdarên DAIŞê li Sûriyê 200 Malbat Dorpêç Kirine


Michelle Bachelet Komsiyara Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî

Komisyona mafên mirovan ya girêdayî Netewên Yekgirtî li Cenevre da zanîn ku dewleta Îslamê DAIŞê li Sûriyê 200 Malbat li herêmeke biçûk dorpêç kirine û nahêle sivîl birevin.

Michelle Bachelet Komisyara mafên mirovan ya di asta bilind de li Netewên Yekgirtî roja Sêşamê ragihand ku li herêmeke teng li Sûriyê ku li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de ye 200 malbat li wir hatine dorpêç kirin û rê nadin birevin.

Bachelet dibêje, gelek ji wan "êxsîrin" û heta niha rastî êrîşên esmanî û bejahî yên hevpeymanan û Hêzên Sûriya Demokrat tên.

Robert Collevel peyvdarê Bachelet dibêje, Hêzên Sûrya Demokrat, ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkirin û êrişî rêxistina tundrê dike divê pêgiriyê bi qanûna navnetewî bike û giyanê sivîlan wan malbatan biparêze yên ku di nav destên çekdarên DAIŞê yên biyanî de ne.

XS
SM
MD
LG