Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Giştî ya NY'ê ya Nû li New Yorkê Destpê Kir


Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 74’an roja Sêşemê li New Yorkê destpê kir.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres û Serokê Civata Giştî Muhamed Bande ser destpêka civata nû axifîn.

Xebatên payabilind yên Civata Giştî dê roja Duşemê destpê bikin.

193 endamên NY’ê hene û ji van serokên 143 dewletan dê beşdarî xebatên civata giştî bibin.

Guterres dîyar kir ku di hefteya pêş de dê li Civata Giştî pênc hilcivînên girîng li dar kevin.

Serokê Civata Giştî Muhamed Bande jî da zanîn ku di civata nû de ewê ser kêmkirîna feqîrîyê, perwerdeya baş û têkoşîna dijî guherîna îqlimê bixebitin.

XS
SM
MD
LG