Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 424 Kes di Protestoyên li Îraqê de Hatin Kuştin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di protestoyên li Îraqê de 424 kes hatine kuştin û bi qasî 9000 kesên din jî birîndar bûne.

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY’ê bi 183 kesan re danûstandina agahîyan kir û raporek hazir kir.

Li gor raporê bi tenê di navbera 5’ê Mijdarê û 8’ê Berfanbarê de li Îraqê 170 kes hatin kuştin û 2264 kesên din jî birîndar bûn.

Rapor dide zanîn ku nexweşxaneyên hejmara kuştîyan eşkere nake û dibe ku hejmara kuştîyan hîn zêdetir be.

Protestoyên li Îrqê di 1’ê Mijdarê de dijî hikûmetê destpê kiribûn û di serî de li Bexda hin bajarên hîn jî didomin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî jiber protestoyan di 29’ê Mijdarê der karvekişîna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG