Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Ser Sûrîyê Weşand


Dîmeneke ji şerê navxweyî ya Sûrîyê
Dîmeneke ji şerê navxweyî ya Sûrîyê

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya ser Sûrîyê weşand.

NY Di raporaê de radigihîne ku di şerê 10 salan yê li Sûrîyê de, bi deh hezaran sivîl di hindakirinên bi zorê de bi keyfî hatine dester kirin.

Rapor dide zanîn ku çarenivîsa bi hezaran kesan heya îro ne diyar e.

Komîsyona Lêpirsînê bi roparê dîyar dike ku bi hezaran welatîyên Sûrî hatine êşkence kirin û bûne armanca tundîya seksî ku ku ew jî wek tawanên şer têne hesibandin.

Komîsyonê ji destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê vir ve, derbarê binpêkirinên mafên mirovan û êrîşan ser wan mafana bi demkî raporan amade dike û radigihîne.

Rapor dibêje ku hikûmeta Sûrî bi keyfî mirovan desteser kirine û girtine û ew kiryarana di çerçoveya qanûnên navneteweyî yên desteserkirinê de tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê ne.

Hevdem, rapor balê dikşîne ku alîyên din yên şer jî kiryarên tawanbar pêk anîne û bi rêkên nehiqûqî û keyfî azadîya mirovan têk birine.

Di şerê navxweyî ya Sûrîyê de, nîvê nifûsa welêt ya ku berîya şer 23 mîlyon bû, koçber bûye, 5 mîlyon ji wan penaberên derveyî welat in.

Piranîya heremên Sûrîyê bi sedema şer wêran bûne û bi deh hezaran kes hîn jî li kamp û penagehên konî dijîn.

Rapor ji 30 rûpelan pêk tê û ji wêne, vîdyo, delîlên ji satelaytê, belgeyên fermî raporên ji gelek çavkanîyan pêk tê.

Hevdem, di raporê de zedeyî 2.658 hevpeyîvînên bi qûrbanî û şahidan re di navbera 2011'an heya dawîya 2020'an de hatine kirin jî, cîh digire.


XS
SM
MD
LG