Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Fermana Îsraîlê ya Derxistina Filîstînîyan ji Refahê Dijî Mirovahî Ye


Dîmenek jî Refahê ku Filîstînî piştî fermana valakirinê ya fermana Îsaîlê ji baj fermana Îsaîlêr derdikevin, 6 Gulan,2024.
Dîmenek jî Refahê ku Filîstînî piştî fermana valakirinê ya fermana Îsaîlê ji baj fermana Îsaîlêr derdikevin, 6 Gulan,2024.

Berpirsê mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk îro fermana Îsaîlê ya derxistina nêzî 100 hezar Filîstînîyan ji rojhilata Refahê, bajarê li başûrê Gaza şermazar kir.

Turk dîyar kir ku fermana Îsaîlê dijmirovahî ye û derxistina bi zorê ya Filîstînîyan wê wan rûbirûyê zêdetir xeterî û belengazîyê bihêle.

"Rûbirûna xelkê Gaza ya bi bombe, nexweşî û tewra xelayê didome. Û îro jî, ji wan re hat gotin ku divê ew careke din cîhên xwe biterikînin,her ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ber bi Refahê ve zêde dibin. Ev dijmirovî ye."

Berpirsê NY herwiha da zanîn ku jiber êrîşên Îsaîlê heremên din yên Gaza hema hema bi temamî wêran bûne ku ji bilî Refahê ti cîhek ku bi binesazî û çavkaniyên ku niha li wir hene, tune ye.

Turk got fermana ji cîhûwarkirina sivîlan li gor qanûna mirovahî ya navnetewî qedexe ye, bi tenê li gor çend îstîsnayan ku di bin şertên qanûnî yên tund de pêkan e.

Wî hevdem hîşyarî da Îsaîlê ku kiryarên bi vî rengî carnan dikarin bibin tawaneke şer, jiber ku jicîhûwarkirina bi darê zorê pêk tê.

Ji alîyê din ve, Qesira Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden îro di peywendîyeke telefonê de, "helwesta xwe ya zelal" ya dijî dagirkirina Refahê ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re dubare kiriye.

"Serok helwesta xwe ya zelal li ser Refahê dubare kir, " Qesira Sipî di daxuyanîyek piştî axaftina her du rêberan got.

Biden di Nîsanê de ji Netanyahu re gotibû ku dagirkirina Refahê wê "şaşiyek" be, û Washington got ku ew piştgirî nade êrîşeke Îsaîlê, bêyî planek pêbawer ya jibo alîkariya 1.2 mîlyon sivîlên ku li wir in.

Qesira Sipî herwiha got ku Biden ser danûstandinên jibo azadkirina dîlên di destê Hamasê de jî Netanyahu agahdar kiriye.

Di heman demê de Netanyahu "pejirandiye ku derîyê Kerem Şalom wê jbo alîkarîyên mirovahî ji Gaza re vekirî be," Qesira Spî got ku piştî ku Îsraîlê dergeha sînorî yê serekî ya Gazayê jiber êrîşa roketî ya Hamasê girt.

Hejayê gotinê ye ku artêşa Îsaîlê îro êrîşên esmanî bir ser Refahê û ferman da Filîstînîyên li bajêr ku demûdest rojhilata Refahê vala bikin û ber bi herema ber bi Muwasî ya nêzî beravê ve biçin.

Li Refahê niha zêdetirî mîlyonek Filîstînîyên awere hene ku jiber şerê heft mehan neçar mane ku li wir li kon û dibistanên şênîbar bimînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG