Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Şerê Sûrîyê de 350.209 Kes Hatine Kuştin


Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet
Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet

Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înîyê di derbarê hejmara kuştinên şerê deh salan ya li Sûrîyê de, raporeke dîyar kir.

Ofîs ji 2014 'an vir ve cara yekê ye ku di vê mijarê de raporekî radigihîne.

Rapor eşkere dike ku di encama şerê li Sûrîyê ji 2014 'an heya niha herî kêm 350.209 kes hatine kuştin û hejmarên raporê di bin hejmara rastîn yên kuştinan de ne.

Pêzanînên raporê ji hejmarên sivîl û çekdaran pêk tê û bi metodolojiyeke ku navê tevahî yê kesê kuştî, tarîx û cîhê mirinê pêwîst dike, hatiye amade kirin.

Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet rapor di axaftina xwe ya di civîna Konseya Mafên Mirovan ya NY de, ragihand.

"Li ser vê bingehê, me lîsteye ku ji 350.209 kesên hatine tespît kirin yên ku di pevçûnên li Sûriyê de di navbera Adara 2011'an heya Adara 2021'an de hatine kuştin berhev kiriye," Bachelet got.

Bachelet destnîşan kir ku her yek ji 13 qûrbanîyan jineke yan zarokeke bû.

"Ew hejmareke piştrastkirî ya bingehîn ya herî kêm destnîşan dike û bê guman di bin jimara kuştîyên rastîn e," Bachelet got.

Wê da zanîn ofîsa wê bi modelekî îstatîstîkî xebitîye ku wêneyeke bêkêmasî derxîne holê, ya ku dibe ku bo destnîşankirina pirsîyarên hin kuştinan were destnîşan kirin

Hejmara herî mezin ya kuştinên belgekirî, 51.731 ye ku li eyaleta Helebê hatiye tomar kirin.

Şerê navxwe ku bi serîrakirina dijî desthilatdarîya Serok Beşar Esed derket û bû sedema krîza penaberan ya herî mezin ya cîhanê.

Cîranên Sûrîyê 5.6 mîlyon penaberan û welatên Ewrupayê jî zêdetirî 1 mîlyon penaberan dihewînin.

Esed piranîya serwerîya axa Sûrîyê jinûve bi dest xistiye, lê heremên girîng hîn jî derveyî kontrola wî de ye : hêzên Tirk li gelemperîya bakur û bakurê rojava bicih bûne - herema herî mezin ya serhildayên dijî Esed - û hêzên Amerîkî li rojhilat û bakurê rojhilatê ya di bin kontrola Kurdan de, kontrol dikin.

Bachelet got ku ofîsa wê herî dawî, di Tebaxa 2014'an de ragihandibû ku herî kêm 191.369 kes di şer de hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje ku 500.000 kes di şer de hatine kuştin .

Ramî Abdurrahman, berpirsê rexistinê ji Reuters re got ku pir dijwar e ku mirov îstatîstîkeke ku nêzî rastîyê ye bide.





XS
SM
MD
LG