Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Xirabbûna Rewşa Saxlemîyê ya Li Afganistanê Hişyar Dike


Piştî desthilatdarîya Talîbanê dîmeneke ji kolanên paytext Kabûl ya Afganistanê
Piştî desthilatdarîya Talîbanê dîmeneke ji kolanên paytext Kabûl ya Afganistanê

Berdevikê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric roja Çarşemê di derbarê xirabbûna rewşa saxlemîyê ya li Afganistanê, hişyarî da.

Dujarric ragihand ku di giheştina xizmetên saxlemîyê de kêmbûnek heye, bûyerên sorik û zikêşîyê zêde dibin, bersîva pandemîya COVID-19 hêdî bûye û herwiha felca zarokan jinûve tê dîtin.

Berdevikê NY got ku Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) ragihandîye ku li Afganistanê zêdetirî 2.300 avahîyên tendurîstîyê yên ku berê Banka Cîhanî piştgirî dikir hebûn û wan bi tevahî xizmet dikirin.

Lê, niha tenê 17 ji sedî yên wan dikarin xizmetên bi tevahî pêşkeş bikin û her wiha li pirtirî 1500 nexweşxaneyan dermanên bingehîn xilas bûne.

Hevdem, Dujarric da zanîn ku WHO xêrxwazan re dixebite ku sazîyên saxlemîyê biparêzin da ku pêşî li zêdebûna mirinan bigirin.

Wî her wiha got ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û UNICEF roja Sêşemê soz dane ku karê xwe li Afganistanê bi 100 tîmên nû yên saxlemîyê û xwarinê yên mobîl xurt bikin.

Dujarric ji rojnamevanan re destnîşan kir ku Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî gotiye ku pîrikên welidandine li seranserê Afganistanê xebatê xwe didomînin, ku jiyana gelek jin û keçan rizgar dike.

Wî got ku sazîya Flash Appeal ya NY ya bo Afganistanê jibo pêşîgirtina mirinan ,koçberîya û herwiha bo kêmkirina êşan 606 mîlyon dolar daxwaz kiriye da ku heya dawîya salê bo 11 mîlyon mirovan alîkarîyê ava bike.

XS
SM
MD
LG